Maduro: Ji mirina Chavez DYA û Îsraîl berpirsyare
Maduro: Ji mirina Chavez DYA û Îsraîl berpirsyare
Maduro: Ji mirina Chavez DYA û Îsraîl berpirsyare
Rayedarê Venezuelayê da diyarkirin ku, di mirina Serok Dewlet Hugo Chavez ya 5’ê Adarê de gumanên wan hene ku, hinek dewletên derve komplo kirine û aşkera kir ku, ew dê lêpirsînê bidin destpêkirin.
Wezîrê Petrolê yê Venezuelayê Rafael Ramîrez ji BBC re axivî û got; “Ji mirina Chavez DYA û Îsraîl berpirsyarin.” Ramîrez da zanîn ku, em bibawerin ku dê di dawiya lêkolînan de gûmanên me dê piştrast bibin.
Hugo Chavez piştî sala 2011’an pê hesiya ku nexweşê penceşêrê ye, daxuyaniyek dabû û dabû diyarkirin ku, gûmanê min heye nexweşiya min ji aliyê “hêzên emperyalîst yên biyanî” ve hatiye derzî kirin.
‘FERQEK DI NAVBERA MIRINA EREFAT Û CHAVEZ DE TUNEYE’
Yek ji kesên di 14 salên desthilatdariya Chavez de herî nêzbû Wezîrê Petrolê Ramîreze, Ramîrez ji serwîsa BBC ya Spanî re axivî û mirina Chavez şibande Erefat û wiha got: “Ew jî weke mirina Yaser Erefate, ez bi çavek misoger lê dinêrim ku encamê komployekê ye.”
Roja ku Chavez jiyana xwe ji destdayî Serok Dewletê nû Venezuelayê yê Nîcolas Maduro dabû diyarkirin ku, ew di navbera mirina Serokê Filistînê Yaser Erefat û Hugo Chavez de ferqek nabînim.
Nûçegihan didin diyarkirin ku, ji Sêşema derbazbûyî û vir de gotinên hikumeta Venezuela yên li dijî Amerîkayê xurt tir bûne.
Beriya Chavez bimire çend demjimêran Nîcolas ji televîzyonê re axivî û dabû zanîn ku, yên ku dixwazin Venezuelayê tevlîhev bikin plana wan serneketiye.
DÎPLOMATÊN DYA’ DERSÎNOR KIR
Maduro piştî mirina Chavez ji ber di komployê de cihê xwe girtin du dîplomatên leşkerî yên li Venezuelayê nûnertiya Amerîkayê dikin, fermanda ku ji Venezuelayê derxînin. Piştî vê helwestê DYA’ê jî dîplomatên Venezuelayê ji welatê xwe derxistin.
Serok Dewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro destnîşan kir ku, wê rojekê penceşêra Chavez ya ji aliyê “hêzên emperyalîst yên biyanî” ve hatî derzîkirin ji aliyê komîsyona zanistî ve were ronî kirin.