MŞD: Em berxwedana Efrînê silav dikin
Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) têkildarî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ew şoreş û berxwedana Efrînê di kesayetiya şehîd Avesta Xabûr silav dikin.
Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) têkildarî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ew şoreş û berxwedana Efrînê di kesayetiya şehîd Avesta Xabûr silav dikin.
Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat têkildarî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ew şoreş û berxwedana Efrînê di kesayetiya şehîd Avesta Xabûr silav dikin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Dijminên gelê Kurdistanê bi hovane êrîşî Kurdistanê dike. Ne dibêjin ev Kurd e, ne dibêjin ev Ereb û ne jî dibêjin ev Siryan e. Ji ber ku dijmin, li dijî hemû destkeftiyên Kurdan e.
Derketiye holê ku dewleta Elmanyayê çek daye AKP’ê û AKP ev çek jixwe di êrîşa li Xanesorê ya di Adara 2017’an de jî bi kar anîbû. Niha jî AKP tangên Leopard ên Elmanyayê li dijî gelê me yên li Efrînê bi kar tîne. Li Efrînê nêzî 25.000 hezar Êzidî hene û ev 11 roj in, terora AKP’ê gundên Êzidiyan bomberdûman dike.
Heke îro sazî û dewletên navneteweyî li dijî van êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dengê xwe dernexin, wê çaxê em ê jî bibêjin ku hûn hevalbendên Erdogan in. Em bang li dewlet û saziyên navneteweyî dikin ku bila li hemberî van êrîş û komkujiyan bêdeng nemînin.
Êrîşên li ser Efrînê, tê wateya êrîşên li ser rûmeta Kurdên li her çar parçeyan. Ji ber vê jî bersiva me ya herî xurt a ji bo dijmin ev e ku, divê em berxwedana xwe geştir bikin.”