MŞD'ê xwest, Salih Muslim tavilê bê berdan
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bang li rêveberiya Çekya kir ku tavilê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim serbest berde.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bang li rêveberiya Çekya kir ku tavilê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim serbest berde.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê û Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim daxuyaniyeke nivîskî weşand û binçavkirina wî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi pêşengiya PYD, YPG/YPJ'ê bi deh hezaran Êzidî sala 2014'an ji hovîtiya DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û hê jî rêveberiya Bakurê Sûriyeyê xwedî li wan derdikeve.
MŞD'ê kuştina 3 jinên şoreşger li Parîsê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û herî dawî binçavkirina Salih Muslim li paytexta Çekya Pragê weke dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi nav kir û ragihand, welatên Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe çavên xwe li komployên li ser Kurdan digirin.
MŞD'ê destnîşan kir ku Ewropa ji nirxên demokrasiyê dûr ketiye û xizmetê ji dîkattorê hov Tayyîp Erdogan re dike ku îro bi çeteyên xwe êrîşî Efrînê dike.
MŞD'ê bang li rêveberiya Pragê kir ku demildest Muslim serbest berde.