MŞD'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
MŞD'ê ji bo bilindkirina têkoşînê bang kir û ragihand, sala 41'ê ya partiyê wê bibe sala hilweşandina faşîzmê, bibe sala azadiya gelê Kurdistanê û Êzîdxaneke serbixwe.
MŞD'ê ji bo bilindkirina têkoşînê bang kir û ragihand, sala 41'ê ya partiyê wê bibe sala hilweşandina faşîzmê, bibe sala azadiya gelê Kurdistanê û Êzîdxaneke serbixwe.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji Împaratoriya Osmanî heta damezrandina Komara Tirkiyeyê bi dehan ferman li civaka Êzidî rabûn, Ermenî, Asûrî, Suryanî, Elewî hatin qirkirin.
MŞD'ê diyar kir, bi saya têkoşîna PKK'ê, hemû gel û bawerî êdî bi hev re di nava biratiyê de dijîn û got, "PKK hêviya gelên bindest e, parêzvanê mirovahiyê ye."
MŞD'ê biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi bîr xist û wiha dewam kir: "PKK gel e, gel jî PKK ye. Em biryara DYA'yê şermezar dikin. Mafê kesî nîne ku li ser gelê Kurd biryarên şaş bide."
MŞD'ê da xuyakirin ku PKK'ê civaka Êzidî rizgar kir, zane kir ku êdî kes nikare fermanê lê rake.
Di dawiya daxuyaniyê de MŞD'ê ji bo bilindkirina têkoşînê bang kir û ragihand, sala 41'ê ya partiyê wê bibe sala hilweşandina faşîzmê, bibe sala azadiya gelê Kurdistanê û Êzîdxaneke serbixwe.
Herî dawî jî di kesayetiya Mam Zekî Şengalî de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn.