MŞD: Cejna vejînê pîroz be

MŞD'ê got, "Bi vê munasebetê, cejna vejînê li hemû mirovahiyê pîroz be" destnîşan kir ku wê li ser xeta Rêberê Gelê Kurd têbikoşin, li ser şopa şehîdan li ber xwe bidin û xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Meclîsa Şengalê ya li derveyî Welat (MŞD) bi wesîleya salvegera 39. a damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên leheng, têkoşerên li zindanan, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, civaka Êzidî û li YBŞ û YJŞ'ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hemû cangroiyên Şengalê û gelemperiya Kurdistanê hate bîranîn û hat gotin, "Civaka Êzidî bi salan e di bin desthilatdariya bêbext û kevneperestiyê de dijiya. Her tim dibû qurbanê desthilatdarî û siyasetên qirêj. Civaka xwedî baweriya herî resen a Kurdan timî dihate qeikriin."

MŞD'ê diyar kir ku PKK a li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo mirovahiyê û azadiya kêm netewe û hemû olan şoreşa neteweyî dimeşîne, civaka Êzidî jî li ser axa xwe ya pîroz bi rêxistin kiriye û Êzidî bûne xwedî îrade ne.