MÖP'ê cejna Newrozê li gelan û Öcalan pîroz kir

MÖP'ê Newroz pîroz kir û got, "Xwedîderketina li Newrozê bi serxistina berxwedana Efrînê dibe."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MÖP), daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.

Di peyama MÖP'ê de hate gotin, "Bi navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî em Newroza gelê Kurd û Birêz Öcalan ku sembola azadî, nûbûn û berxwedanê ye silav dikin û li gelê Kurd, hemû gelan û berxwedana dîrokî ya Efrînê pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de yek ji pêşenên PKK'ê Mazlum Doğan hate bîranîn û hate gotin, "Berxwedana gelê Kurd a ku bi cejna Newrozê re li dijî zimê nîşan da, rê li ber yekîtiya gelan vekiriye. Ev feraseta yekîtiyê ya dîrokî encama têkoşîna bê navber a dehan salan a PKK'ê ye. Li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybetî dinava şoreşa Rojava de di sîstema gelan a demokratîk de şênber bûye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Xwedîderketina li Newrozê serxistina berxwedana Efrînê ye" û bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û saziyên din ên cîhanê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.