MÎT ji vê nûçeyê gelekî aciz bû!

Dîmenên çalakiya li Kanî Masî ya ku li dijî MÎT a Tirk hate kirin, MÎT gelekî aciz kir! Piştî ku dîmen hatin weşandin, ji doh bi şev ve ji gelek welatan bi gelek aliyan êrişa sîber li dijî ajansa me hate kirin.

Dîmenê çalakiya 13'ê Gulanê ya li dijî MÎT'ê ya li qereqola Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo di ajansa me de hate weşandin. Piştî ku dîmen hate weşandin, ji doh bi şev ve êrişa sîber li dijî ANF'ê tê kirin.

Ji doh bi şev saet 03:00 û pê ve ji gelek welatên cuda ji gelek aliyan ve bi hevdemî di ser nûçeya navborî re li dijî ajansa me êrişa sîber dest pê kir.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"13'ê Gulanê yekîneyên me yên tolhildanê yên şehîd Bedran Gundikremo, li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT'ê ya li qereqola Kanî Masî xistin, ku artêşa TC a dagirker lê bû. Derbên giran li nuqteyên dijmin hatin xistin, ji dijmin gelek kuştî çêbûn, lê hejmar nehate eşkerekirin."