Li Zurîhê ciwanên kurd '3 kulîlkên azadiyê bi bîr anî'

Li Zurîhê ciwanên kurd '3 kulîlkên azadiyê bi bîr anî'

Li bajarê Zurîh a Swîsreyê ciwanên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn. Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên ‘tolhildan’ hatin qêrîn.

Li Zurîhê Ciwanên kurd şolena ku berê plankiribûn betal kirin û ji bo Sakîna Cansiz,Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bernameya bibîranînê pêk anî. Berdevka Meclisa Jina a Herêma Zurîhê Şukran Sîncar, rojnameger Fuat Kav û siyasetmedar Mustafa Sari di bîranînê de amade bûn. Her wiha bi sedan ciwan tevli bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Mustafa Sari, Şukran Sîncar û Fuat Kav axaftin kirin.Mustafa Sari diyar kir ku bi vê komkujiyê darbe li PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistine û xwestine ku pêvajoyê sabote bikin. Sari wiha got: “Bila ev bê zanîn ku tu carî bi van komkujiyan mîlîtanên têkoşîna azadiyê û gelê kurd paşve gavê navêje û berovajî vê têkoşînê dê bilind bike.”

Şukran Sîncar û Fuat Kav jî di axaftinên xwe de têkoşîn û jiyana her sê jinên leheng vegotin û wiha gotin: “Hevala Sakîne Cansizi di zindanên Amedê de 5 salan rastî îşkenceyên giran hat, lê serî netewand. Cansiz sembola berxwedanê ye. Xwedî sekneke mezin bû.”

Di axaftinan de hate gotin ku dê hesabê komkujiyê bê pirsîn û hat diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo û gelê kurd pêk neyê dê têkoşîn bidome.

Axaftin bê navber bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hat birîn.