Li Zurîh û Lîvorno ji bo Ocalan çalakiyên bêîtaetiya sivîl

Li bajarê Swîsre Zurîh û li bajarê Lîvorno yê Îtalya ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî saziyên çapemeniyê çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.

ZURÎH

Li bajarê Zûrîh ê Swîsreyê li avahiya Ajansa Nûçeyan a Reûtersê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.

Grubek a Kurdistaniyan di çalakiyê ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ avêtin de bi berpirsên Ajansa Nûçeyan a Reûtersê re civiyan. Di hevdîtinê de dosyaya têkildarî reşwa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşkêş kirin. Piştî pêşkêşkirina dosyayê çalakgerên ku ji avahiya ajansa nûçeyan derketin, derdora wan ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin.

Kurdistaniyên ku derdora wan ji aliyê polîsan ve hatî dorpêç kirin çalakiya xwe didomînin.,

LÎVORNO

Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan li ser navê Komîteya Toscana têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bêîteatiya sivîl lidarxistin.

Di çalakiya li pêşiya rojmaneya Îl Tîrreno û televziyona Gandûcato de ji bo herû saziyên çapemiyê dosya hatin pêşkêşkirin û têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan demeç hatin dayîn.