Li Zurîch ciwanan li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn

Li Zurîch ciwanan li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn

Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê li bajarê Swêd Zurîchê li ber parlamentoyê li ser banga Ciwanên Azad ên Zurîch çalakiya rûniştinê ya destpê kiriye didome.

Çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê û xwedî li berxwedana Kobanê derketin didomin.

Li bajarê Zurîch ê Swêd li ser banga Ciwanên Azad li ber Parlamentoya Zurîch çalakiya rûniştinê ya destpê kir, bi tevlîbûna ciwanên Yekîtiya Hêza Demokratîk didome.

Ciwanên Azad ragihandin wê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin û li gor asta pêşketinan wê çalakiyan li dar bixin.

Li aliyê din hat ragihandin bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Zurîch li navenda bajêr li ber Globus çalakiyek bê lidarxistin. Li jin û ciwanan ji bo tevlîbûneke zêde bang hat kirin.