Li Zeytînbûrnûyê polîsan û notirvanan êşkence li zarokekî kir

Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê polîs û notirvan li zarokê ku derketibû derve dan, bi pişt ve kelepçekirî destgîr kirin.

Polîs û notivanan li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê li zarokê ku derketibû derve dan. Di dîmenê li ser tevna dijîtal belav bû û demek kin de rê li ber nerazîbûnên mezin vebû, polîsan zarokek li erdê dirêj kiribûn û lê didan.

Tevî nerazîbûnên derdor jî, zarok bi kelepçekirina pişt ve destgîrkirin.

Li gorî dîmanena, li dijî yên ku derketibûn ser şaneşînan û nerazîbûn nîşanî bûyerê dan, ji wesayîtan dengê anosa ‘Bila tu kes nemîne, ma em ê bi we ve mijûl bibin? Haydî’ dihate bihîstin.