Li Zanîngeha Osmangazî rektor-polîs mil dane hev

Li Zanîngeha Osmangazî rektor-polîs mil dane hev

Xwendekarên Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê xwestin xwarin û zeman protesto bikin.  Rektor Hasan Gonen xwendekar hedef nîşan da; Polîsan 5 xwendekar binçav kir û tundî li ser pêk anî. Xwendekaran bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir.

Xwendekarên Zanîngeha Osmangazî ji bo ku şert û mercên xwaringeha zanîngehê û bihabûna wê protesto bike, çalakî pêk anîn. Rayedarên zanîngehê û polîsan êrîş bir ser xwendekaran.

Rektorê zanîngehê Hasan Gonen xwendekar wek ‘terorîst’ hedef nîşan da û duh xwendekarên bi navê Emre Guneş, Guven Atbakan, Mert Gokçen, Mustafa Dînç û Ugur Dogan binçav kir. Hate hînbûn ku, polîsan xwendekar birine navenda kongreyê kirine odeyên cuda û tundî li wan kirine.

XWENDEKARÊN ŞERT Û MERCÊN BAŞ XWESTIN TERORÎST ÎLAN KIRIN

Xwendekaran di derbarê mijarê de daxuyanî dan û gotin: “Me xwendekaran ji bo ku şert û mercên xwaringehê protesto bikin, me li hemû dibistanê 5000 îmze kom kir.  Bi van îmzeyan me daxwaza xwarine erzan, baş û paqij kir.  Hejmara me ne kême. Lê rektor îradeya xwendekaran tune hesiband û xwendekar ‘terorîst’ îlan kir.

REKTORÊ SALÊ HATIBÛ HILBIJARTIN!

Di vê navberê de rektor Hasan Gonen, ji aliyê Komeleya Dildarên Perwerdeya Tirkiyeyê ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê nasîn ‘rektorê salê’ hatibû hilbijartin.  Xwendekaran di derbarê vê mijarê de jî got tu eleqeya wî bi hîndekariyeke baş nîne û gotin: “Xwendekarên wî lêdan xwar. Xwarinên kum e bi destê xwe amde kiribûn ji destê me girtin. Peywirdaran tundiyek mezin li me kir. Em xwendekar mafên xwe yên rewa dixwazin.  Li hemberî wan ne artêşa cahîlan, xwendekarên zanîngehê hene.”