Li Zanîngeha Egeyê cezayê dûrxistina ji dibistanê li 50 xwendekaran hat birîn
Li Zanîngeha Egeyê, lêpirsîna di sala 2013'an de hat vekirin, bi dawî bû. Di encamê de cezayê; ji hefteyek heta 6 mehan dûrxistina ji dibistanê li 50 xwendekaran hat birîn.
ANF
ÎZMÎR
şemî, 5 berfanbarê 2015, 07:12
Li Zanîngeha Egeyê, lêpirsîna di sala 2013'an de hat vekirin, bi dawî bû. Di encamê de cezayê; ji hefteyek heta 6 mehan dûrxistina ji dibistanê li 50 xwendekaran hat birîn.
Li Zanîngeha Egeyê, ku di dema dawî de bi pêkanînên xwe yên dişibin rewşa awarte, bi lêpirsîn û cezayên li xwendekaran tên birîn re di rojevê de ye, lêpirsîna di sala 2013'an de li 50 xwendekaran hatibû vekirin, bi dawî bû.
Di encamê de cezayê; ji hefteyek heta 6 mehan dûrxistina ji dibistanê li 50 xwendekaran hat birîn. Lê li kesên ji tevgera 'Ciwanên Ulkucu' yên ku di roja bûyerê de bi sator û kêran êrîŞî xwendekaran kiribûn, ti ceza nehat birîn.
ÇI QEWIMÎ BÛ
Di 19'ê Kanûna 2013'an de, "Tevgera Ciwanên Ulkucu" bi beşdariya xwendekarên ji bajarên derdorê re bi qîrîna dirûşma "Em li Egeyê terorîstan naxwazin" li hev kom bûbûn û piştî ku li ber rektoriya dibistanê dayanî dabûn çapemeniyê xwestibûn ber bi Fakulteya Edebiyatê ve bimeşin.
Xwendekarên şoreşger û welatparêz jî, ji bo nerazîbûnê nîşanî rewşê bidin, li ber Fakulteya Edebiyatê civiyabûn. Polîs û komên nîjadperest ên bi destûra rektoriyê ketin nava kampusê, bi qîrîna dirûşmên nîjadperestiyê re xwestibûn êrîşî xwendekaran bikin. Xwendekaran jî li hemberî êrîşê xwe parastibûn.