Li Zanîngeha Ataturk 22 xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Ataturk 22 xwendekar hatin binçavkirin

Li zanîngeha Ataturk a Erziromê di şerê ku polîsan piştgirî da xwendekarên ulkucu de, yek jê polîs 3 kes birîndar bûn û 22 xwendekarên kurd hatin binçavkirin. 


Li ber Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê di navbera xwendekarên ulkucu û xwendekarên kurd de şer derket. Di şer de polîsan piştgirî da xwendekarên ulkucu û êrîşî xwendekarên kurd kirin. Di pevçûnê de yek yê polîs 3 kes birîndar bûn. Hat zanin ku polîsan hede nîşan dan û 4 gule berdan ser xwendekaran. Hat zanîn ku Polîsê bi navê Harun xwendekarên kurd nîşanî ulkucuyan da û ev yek bû sedema mezinbûna bûyerê. Hat zanîn ku xwendekarê kurd ê bi navê Ozkan polîs der kir. Di bûyerê de 22 xwendekarên kurd hatin binçavkirin. 

Polîsan piştî bûyere fakulte bi maşînên zirxî dorpêç kirin. Xwendekar jî piştî kûyerê neketin dersan.