Li Yukselê polîsan guleyên plastîk bikar anîn, 6 kes binçav kirin

Polîsên ku di roja 404’an a çalakiya Yukselê de êrîşî çalakvanan kirin, 6 kes binçavkirin. Polîsan gule li kesên binçavkirin protesto dikirin reşandin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) de ji karê wan hatibûn dûrxistin di roja 284’an de dewam dike, her wiha çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ a ji aliyê piştgirîvanên Gulmen û Ozakçave dewam dike jî di roja 404’an de dom dike.

Koma ku dixwestin li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan daxuyanî bide polîsan asteng kir. Çalakvanan li ser vê astengiyê li Kolana Konûr kom bûn, pankarata “Nûriye û Semîh bila vegerin ser kar” vekirin û dirûşim qîr kirin. Polîsan pankarta hatî vekirin çirandin û 6 kes bi derbkirinê ve binçavkirin. Kesên ku li ser mudaxeleya tund a polîsan ên ku kesên binçavkirin bi çepikan protestorkirin, li ser vê polîsan guleyên plastîk li wan reşandin.