Li Yukselê êrîş: 6 kes hatin binçavkirin

Polîsan carek din êrîşî çalakiya ‘em karê xwe dixwazin” a di roja 392’an de kirin û 6 kes hatin binçavkirin.

Greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ji kar hatibûn dûrxistin, di roja 272’an de ye. Çalakiya ‘em karê xwe dixwazin” a li Rêya Yukselê ya ji bo piştgirîdayînê di roja 392’an de didome.

Li Rêya Yukselê çalakgeran xwestin li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda ku çalakger derbasî cihî abideyê bibe. Li vir çalakgeran xwestin li pêşiya dorpêça polîsan daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîşî çalakgeran kir û pankarta li ser nivîsa ‘Greva birçîbûnê di roja 272’an de bila Nuriye û Semîh vegerin li ser kar’ qetandin. Li aliyê din polîsan Velî Saçilij, Acûn Karadag, Sîmge Aksan, Îlker Işik, Perîhan Polat û Nazan Bozkût binçav kir.