Li Yukselê 8 kes hatin binçavkirin

Polîsên ku mudaxeleyî çalakiya li ser Rêya Yukselê “Em karê xwe dixwazin” kirin, 8 kes bi derbkirinê binçavkirin.

Çalakiya bi armanca “Em karê xwe dixwazin” ku bi daxwaza piştgirîkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên ku di çarçoveya îlankirina Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji karê wan hatine dûrxistin di roja 376’an de ku didome, polîsan carekî din mudaxele kirin.  Pêşiya çalakvanên ku xwestin li ber Bîrmendiya Mafê Mirovan daxuyanî bide li Kolana Konûr girtin. Polîsan rê neda ku kom derbasbibe û pankarta “Çalakiya greva birçîbûnê di roja 256’an de ye, Nûriye Semîh bila vegerin ser karê xwe” çirandin.

Polîsên ku mudaxeleyî koma ku xwestin daxuyanî bidin kirin, 8 kes bi derbkirinê binçavkirin.