Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin

Di saetên doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hat pêkanîn de, kedkarên cemaweriyê li Kolana Yukselê ji bo piştgirîdayînê çalakî lidar xistin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kirin û 5 kes binçav kirin.

Di saetên doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dihat pêkanîn de, çalakiya Kolana Yukselê ya “Emkarê xwe paşve dixwazin” di roja 374’an de berdewam kir. Çalakgerên xwestin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Semîh ku di roja 254’an de berdewam kir, polîsan destûr nedan li be Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin. Çalakgeran xwestin li Kolana Konûr daxuyaniyê bidin.

Çalakgeran pankar vekir bi vekirina pankartê re polîsan mûdaxeleyî çalakiyê kir û 5 kes binçavkir. Polîsan bi mertalên xwe çalakger derb kirin û xistin nava wesayîta ‘transît’.