Li Yukselê 13 kes hatin binçavkirin

Polîsên ku êrîşî çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ a di roja 373’an de li ser Rêya Yukselê dewam dike, 13 çalakvan binçav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 253 dewam dike, di çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ a li pêşiya Peykerê Mafê Mirovan a li ser Rêya Yukselê hatibû destpêkirin roja 373’an jî li pey xwe hişt.

Çalakvanên ku xwestin li ser Rêya Yukselê daxuyaniya çapemeniyê bidin, weke her rojê di roja 253’an de, pankarta “Nûriye û Semîh bila vegerin ser kar” vekirin, li pêşiya Peykerê Mafê Mirovan a dorî wê bi hesinan hatine pêçan xwestin daxuyaniyek çapemeniyê bidin. Li ser rênedana polsan, çalakvanan li cihê ku Kolana Konar û Yuksel digihêjin hev xwestin daxuyanî bidin. Polîsên ku di dema vekirina pankartê de mudaxele kirin 13 çalakvan binçavkirin. Polîsan rê nedan ku rojnamevan dîmenan bikişînin û erkê xwe bi cih bînin, çalakvan derbkirin, heta wesayîtê bi erkê re kaş kirin.

Çalakvan piştre bi wesayîta binçavkiriyan re ji herêmê qût bûn.