Li Yewnanîstanê meşa ji bo azadiya Ocalan didome

Ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan meşa ku li Lavrîonê dest pê kirî kete roja 2’yan.

Li bajarê Lavrîon ê Yewnanîstanê meşa ku 7’ê Cotmehê ji bo azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî roja 2’an berê sibehê zû dest pê kir. Li ser banga Meclîsa Gel a Atînayê Kurdistaniyên ku ji Lavrîonê ber bi Atînayê ve dest bi meşê kirin, îro armanc dikin ku bigihin navçeya Markopoloyê.

Kurdistanî di meşê de, dema ku ji bajaran derbas dibin danezanên bi naveroka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya 9’ê Cotmehê belav dikin.

Çalakvan 9’ê Cotmehê saet 17.00’an wê li meydana Syntagmayê bicivin û ber bi Balyozxaneya Tirk ve bimeşin.