Li Yewnanîstanê 10 koçber mirin

Li bakurê Yewnanîstanê wesayîta koçberan li qeymonekê  qelibî, 11 kes mirin. Tê diyarkirin ji kesên mirî 10 kes koçberên ku dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibine.

Polîsan ragihand ku qeza derdora seat 05:00’an li nêzî Kavalê çêbûye. Tê ragihandin ku wesayîta koçberan dema ji Selanîkê diçû bi qeymona li beramberî dihat re qelibî û herdu wesayît jî şewitîne. Kesên di wesayîta koçberan de hemû mirine û şifêrê qeymonê jî bi birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Polîsê Yewnanîstanê ragihand ku wesayîta qeza kirî plakeyek cuda ya wesayîtek din pêve bûye û guman heye ku wesayît ji bo qaçaxtiya mirovan tê karanîn.

Rayedarên Yewnanî diyar kirin ku di mehên dawî de ketina koçberên qaçax ji sînorê Tirkiyeyê zêde bûye. Hate diyarkirin ku zêdeyî koçberên mirî ji bo serlêdana rûniştinê berê xwe dabûn Selanîkê.