Li Yemenê îsal bi sed hezaran zarok dibe ku ji birçîna bimirin!
Neteweyên Yekbûyî got li Yemenê zarokên heta 5 salî 2021'an wê têr nexwein û ji ber birçîbûnê dibe ku bi sed hezaran zarok bimirin.
Neteweyên Yekbûyî got li Yemenê zarokên heta 5 salî 2021'an wê têr nexwein û ji ber birçîbûnê dibe ku bi sed hezaran zarok bimirin.
Rêxistina Têrbûn û Çandiniyê (FAO) a Neteweyên Yekbûyî, Fona Zarokan (UNÎCEF), Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) û Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) got, ''Têrbûna kêm a akut 2021'an li Yemenê gefê li nîvê zarokên ên temenê wan bi 5 saliyê ne, dike.''
Li Yemenê ku cihê herî hejar lê ji hêla cografîk ve li Girava Ereb stratejîk e, li gorî NY'yê krîza herî giran a mirovî tê jiyîn.
Li gorî çar rêxitinên bi ser NY'yê ve heke ji van zarokan 400 hezr jê bi lezgînî tedawî nebin dibe ku bimirin. Ev rêje li gorî ya sala çûyî 22 ji 100'î zêdetir e.
Her wiha hate diyarkirin 1,2 milyon jinên ducanî û li ber şîr 2021'an wê têrnebûna akutî bijîn.
Li gorî NY'yê hijmara kesên têrnebûna akutî ya giran dijîn, ji 2015'an û vir ve ku şer girna bûye, hatiye asta herî zêde.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji sala 2020'an û vir ve ji 3,4 milyar dolarî ya ji bo plana destwerdana mirovî ya ji bo vî welatî tenê 1,9 milyar dolar hatiye şandin.