Li YE ji bo Efrînê ‘fikar’ heye lê pratîk tune

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê ya YE Mogherini têkildarî dagirkeriya li Efrînê diyar kir ku ew bi ‘fikar’ in.

Li gorî saziya çapemeniyê ya Elmanyayê DW, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Têkiliyên Derve û Ewlekariyê ya YE Federica Mogherini diyar kiriye ku ew ji rewşa li Efrînê ‘bi fikar e’

Mogherini li Brukselê daxuyanî da û bang li Tirkiyeyê kir ku bila mîsogeriya sivikkirina şer bide.

Mogherini bang li Tirkiye, Rûsya û Îranê kir ku divê herêmên bêyî şer ên ku ev welat tahhut dikin, divê mîsoger bikin.

Yekîtiya Ewrûpayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heta îro hîç şermezar nekir. Gelek kes û sazî ji bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê ne razî ne. Dewleta Tirk biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nas nekiribû û piştî vê biryarê êrîşên xwe xurttir kiribû. Di êrîşên dewleta Tirk de bi sedan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.