Li Yalovayê erdhej: Li gorî Kandîlliyê gelek fayên zindî hene

Rasathaneya Kandîlliyê, di derbarê erdhejê de daxuyaniyek belav ki û got, “Li herêmê gelek parçeyên fayê yên zindî hene" û gel hişyar kir.

Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê, di derbarê erdheja Esenkoy-Çinarcik a Yalovayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “ (...) Li herêmê gelek parçeyên fayê yên zindî û  çalak hene. Weke di Nexweşeya Fayên Zindî ya Tirkiyê ku sala 2011’î  ji hêla MTA ve hatî amadekirin de tê dîtin di nava sînorê bajêr de ji Altinova, Yalova, Esenkoy û Orhangazî  Fayı  derbas dibin."

'A HERÎ BI EWLE AVAHIYÊN LI GORÎ ERDHEJÊ QAHÎM IN'

Rasathatxaneya Kandîllî di dawiya daxuyaniya xwe de ev hişyarî kir,"Em bang li gelê xwe yên li herêmê dijî dikin ku li avahiyên li gorî erdhejê hatî çêkirin û qahîm rûnin. Tedbîra herî baş ev e."

Li Çinarcikli ya Yalovayê bi rêjeya 4.1 erdhej pêk hatibû. Erdhej li Stenbol, Kocaelî, Bursa û Tekrîdagê jî hatibû hîskirin.