Li Xûrmatû teqîn: Herî kêm 12 kes birîndar bûn-NÛ BÛ
Li Xurmatû ya ku Cotmeha 2017’an ji aliyê hêzên Iraq û Heşdî Şebî ve hatî dagirkirin li depoya çekan a Heşdî Şebî teqînek pêk hat.
Li Xurmatû ya ku Cotmeha 2017’an ji aliyê hêzên Iraq û Heşdî Şebî ve hatî dagirkirin li depoya çekan a Heşdî Şebî teqînek pêk hat.
Li gorî çavkaniyên polîsan di teqîna li Xurmatû ya eyaleta Selahadîn herî kêm 12 kes birîndar bûne.
Hinek çavkanî radigihînin ku di teqînê de kuştî hene lê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Teqîn derdora seat 13:00’an pêk hat. Li Xurmatû di mehên dawî de gelek êrîş û teqîn pêk hatin.
Roja 30’ê Cotmeha 2018’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarokê Zerge yê navçeya Xurmatû kirin. Piştî bersivdayina hêzên Iraqê êrîşa çeteyan hatibû şikandin.
Roja 26’ê Tebaxê jî dema wesayîta milîsên Heşdî Şebî li bajarokê Zerge derbas dibû teqînek çêbibû.