Li Xarpêtê kamera girtin û êrîş birin ser girtiyan

Li Xarpêtê qerdiyaan kamera girtin û êrîş birin ser girtiyan. Di nav girtiyan de yên yixtiyar jî hebûn. Girtiyan gotin, 'em ê serê xwe netewînin''.

Li Xarpêtê kamera girtin û êrîş birin ser girtiyan
Li Xarpêtê qerdiyaan kamera girtin û êrîş birin ser girtiyan. Di nav girtiyan de yên yixtiyar jî hebûn. Girtiyan gotin, 'em ê serê xwe netewînin''.

Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence û tehdeya sîstematîk didome. Hatibû diyarkirin girtiyên ku 12'ê Îlonê bi mebesta hişyarîdayinê 3 rojan ketibû grêva birçîbûnê, kirine hucreyên yek kesî. Girtiyan dema hevdîtinê ji malbatên xwe re gotin komeke qerdiyanan a ji 15 kesan pêk tê derb li 6 girtiyan xistin û dijûn li wan kirine.

PÊŞÎ ÊRÎŞ BIRIN SER WAN Û PIŞTRE EW KIRIN HUCREYÊN YEK KESÎ

Malbatan gotin girtiyan ji bo ku şertên nebaş ên Girtîgeha bi Nimro 2 ya Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Xarpêtê şermezar bikin dirûşm berz kirine, qerdiyanan êrîş biriye ser wan. Qerdiyanên ku kamera girtin û êrîş birin ser girtiyan, ku di nav girtiyan de yên yixtiyar jî hebûn, piştre girtî kirine hucreyên yek kesî.

Girtiyan gotin tim gef li wan tê xwarin, êrîşê dibin sre wan, mafê wan ên sporê û hewa standinê hatine sînordarkirin.

Girtiyan gotin bi van polîtîkayan dixwazin ew serê xwe bitewînin lê ew ê serê xwe netewîin.

Her wiha malbat îro li Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê têkildarî êrîşê wê serlêdanê bikin.