Panel li Navenda Civaka Demokartîk a Kurd ya Wûppertalê bi rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle weke axaftvan beşdarî panelê bû.
Dîcle di panelê de axivî û got; “Komploya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatî pêkanin ketiye qonaxek nû de û li dijî Kurdan şer tê kirin. Divê êrîşên li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd wiha were fêmkirin.”
Dîcle bi domdarî wiha got; “Hêza gelê me heye ku vê komployê vale derxîne. Bi taybet erk û berpirsyariyek mezin dikeve li ser milê gelê me yên li Ewropa dijîn.”
Panel bi pirs û bersivan dewam kir û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo!’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.