Li Wuppertal û Viyanayê çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê

Ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin, li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakî hatin lidarxistin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome.

Bi armanc piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin, li bajarê Wuppertalê yê Elmanyayê jinan çalakiyeke 'bêdeng' li dar xistin. Endamên Meclîsa Jinan a Viyan Bîr-kar û jinên ji Yekîtiya Jinan a Sosyalîst li ber City Arkadenê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê saetekê çalakiyeke 'bêdeng' pêk anîn. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, jinan çalakiyek pêk anîn û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser grevên birçîbûnê pankart hatin hildan.

Çalakî ji aliyê Tevgera Jinan-Avesta ve hate organîzekirin û bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan ên Awûstûryayê hate kirin ku wezîfeya xwe bi cih bînin.