Li Wûppertal, Koln û Brukselê kongreyên meclîsên jinan

Li bajarên Wûppertal û Kolnê yên Elmanyayê û paytexta Belçîka Brukselê kongreyên meclîsên jinan hatin lidarxistin.

Li bajarên Wûppertal û Kolnê yên Elmanyayê û paytexta Belçîka Brukselê kongreyên meclîsên jinan hatin lidarxistin.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, 10. kongreya asayî ya Meclîsa Jinê ya Şehîd Viyan bi beşdariya bi dehan jinan pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, bi navê TJK-E Zeynep Dersim axivî û işaret bi giraniya pêvajoyê kir. Dersim destnîşan kir ku têkçûna dewleta Tirk wê bi saya jinên Kurd be û bal kişand ser hêz û xwerêveberiya jinê. Dersim got, divê li her cihî komîsyon werin avakirin, jin pirsgirêkên xwe û yên civakê çareser bikin û xwe bi xurtî bi rêxistin bikin.

Piştî xwendin û nirxandina raporên karê salekê, meclîsa nû ya ji 29 kesan hate hilbijartin û Aysel Azar, Semra Temel û Fatma Ozer ji bo berdevkiya meclîsê hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qediya.

KOLN

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Viyan kongreya xwe ya 10. li dar xist.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo jinên şoreşger ên di têkoşîna jinê de şehîd bûne û jinên bûne qurbanê şîdetê, dest pê kir.

Nûnera YJK-E piştre li ser rojeva siyasî û girîngiya rêxistinbûna jinê di nava têkoşîna rizgariya jinê de axivî.

Qiseker anî ziman ku mîna li Rojava jinên Kurd di şoreşa gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn de jî bi erka pêşengiyê radibin û ji bo li Ewropayê bi taybetî li Kolnê bi vê rola xwe rabe, girîng e xwe hê bi xurtî bi rêxistin bike. Dûre peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate xwendin.

Di dawiyê de jî meclîsa ji 50 endaman hate hilbijartin û Adalet Tuysuz, Ferîde Halîtoglû û Yildiz Aydenîz bûn berdevkên meclîsê.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan kongreya xwe pêk anî.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate xwendin û piştre rapora salekê ya karê meclîsê hate xwendin û nirxandin.

Di dawiyê de meclîs û komîsyonên ji 25 kesan hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" qediya.