Li Wêranşarê wesayîta zirxî li zarokekî ket

Li Wêranşarê wesayîta zirxî li zarokekî ket

Li navçeya Riha Wêranşarê, wesayîteke zirxî di dema çalakiyan de li zarokekî ket û zarok bi giranî birîndar bû.

Li taxên Golbaşi, Yenî Mahalle û Şirnex ên navçeyê, pevçûn dijwar bûn. Çalakgerên li Kolana Qerejdax û Kolana Berê ya Rihayê derbas dibûn, rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotê û ava şid hatin. Çalakgeran jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Di bûyera li Taxa Golbaşi de maşîneke zirxî li zarokekî navê wî nehat zanîn ket. Hat ragihandin ku zarokê giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û rewşa wî krîtîk e. Di çalakiya li Kolana Qerejdaxê de jî 9 kes hatin binçavkirin.