Li wargehê dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî bû
Li wargehê dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî bû
Li wargehê dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 4’emîn Dewreya Perwerdeya ya bi navê Şehîd Reşîd bi dawî bû
Li Wargehê di bin banê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay de 4’emîn Dewreya Perwerdeyê ya bi navê Şehîd Reşîd îro bi merasîmekê bi dawî bû. Dewreya Şehîd Reşîd di 28’ê çileyê de dest pêkiribû û di dewreyê de 32 kesan perwer de dît.
Di merasîma girtina dewreyê de Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer jî di nav de ji gelek sazî û dezgehên wargehê jî nûner amade bûn. Di merasîma ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir, Endamê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay Bulend Aka di axaftina xwe de 8’ê Adarê li jinên Kurd û tevayî jinên cîhanê pîroz kir. Aka dest nîşan kir ku di bin banê Akademiyê de 4’emîn Dewreya Perwerdeyê temam kirine û lewma pir kêfxweş in. Bulend Aka, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo gelê Kurd perwerde û xweperwerdekirin gelekî girîng e. Divê dewreyê de gelek nirxandin û nîqaş pêş ketin. Ev hemû ji bo pêşketina mirov girîng e. Bi hêviya Rêber û welatekî azad, em careke din, tevayî kesên ku beş darî vê dewreyê bûne spas dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”Piştî axaftina Bulend Aka, Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Cîhan Eren axivî. Eren, ku der barê girîngiya perwerdeyê de nirxandin kirin axaftina xwe wiha berdewam kir. “Kesên ku di van dewreyan de perwerdeyê dibînin, divê, pêşengiyê ji civakê re bikin. Tevayî derfetên me yên ku îro weke gel me bi dest xistine bi saya şehîdên me ne. Şehîdên me ji bo dahatûyeke azad xwe feda kirin. Divê em layiqê wan bin. Xwedî li nirx û destketiyên xwe derkevin.” Paşê Dayik Asya û Mele Mihyeddîn jî ku di dewreya perwerdeyê ya Şehîd Reşîd de perwerde dîtin, axivîn. Li ser girîngiya perwerdeyê axivîn û her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina perwerdeyê anîn ziman. Piştî axaftinan, kesên di Dewreya Şehîd Reşîd de perwerde dîtin kom bi kom sond xwarin. Paşê platformek hat amadekirin û dîploma hatin dayîn. Merasîma bi dawî kirina dewreya perwerdeyê bi stranan û bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.