Li Wanê xebatên HDP’ê didomin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê xebatên ji bo hilbjartinan didomîne. Îro li navçeyên Wanê Tûşba, Bêgirê û Îpekyolûyê belavok hatin belavkirin  û HDP’ê li navçeya Îpekyolûyê buroya hilbijartinê vekir.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê didomîn. HDP’ê li Taxa Cevdet Paşa ya navçeya Îpekyolûyê buroya hilbijartinê vekir, li Taxa Beyuzumu ya Tûşbayê serdana malan hate kirin û li Bêgiriyê jî serdana esnafan hate kirin.

ÎPEKYOLÛ

HDP’ê li Taxa Cevdet Paşa ya Îpekyolûyê bi tilîlî û stranên Kurdî buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, nûnerên KCD’ê, Aktivîstên TJA, Dayikên Aşitiyê û gel beşdarî vekirina buroyê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û wiha got; “Ev zilm wê rojekê biqede, wê îradeya gel bi ser bikeve. Di 24’ê Hezîranê de gelê me wê bersivê di sindoqan de bide. Roj roja yekîtiyê ye, ger em hemû di nava yekîtiyê de tevbigerin em ê hemû tiştî serbêxin. Me di 7’ê Hezîrana 2015’an de ev nîşan da û em ê di 24’ê Hezîranê de carek din vê nîşan bidin.”

Piştî axaftinê Dayikên Aşitiyê kurdeleya buroya hilbijartinê qetandin. Merasîma vekirinê bi govendê bi dawî bû.

ŞAX

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak li gundên Agaçli, Degirmen,Elmaci û Kîrazli yên navçeya Şaxê serdana gel kir. Karabûlak wêneyê namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş belav kir û heyeta li gel Yadîşen bi gel re gotubêja hilbijartinan kir.

TÛŞBA

Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan li navçeya Beyuzume ya Tûşbayê serdana gel kir. Tarhan û heyeta pêre belavokên destan dan gel û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê hate kirin.

BÊGIRÎ

Rêxistina HDP’ê ya Bêgiriyê jî li kolanan serdana dikandar, şifêrên minîbusan re civiya û banga xwedîderketina li sindoqan li gel kir. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Bêgiriyê Vahyettîn Ûca û rêveberên navçeyê beşdarî serdanên gel bûn.