Li Wanê û Qoserê bi sedhezaran kes Şoreşa Rojava silav kir

Li Wanê û Qoserê bi sedhezaran kes Şoreşa Rojava silav kir

Li Wan û navçeya Mêrdîn Qoserê, bi şahiyên bi beşdariya sedhezaran kesî re, 1. salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin.

Şaredariya Wanê û BDP'a Navendê ya Wanê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava şahî pêk anîn. Şahî li Garaja Şaredariyê pêk hat. Di şahiyê de parlementerê Wanê Ozdal Uçar, hevserokên BDP'a Wanê, nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran welatî amade bûn. Di şahiyê de gelek hunermend derketin ser dikê û bi stranên xwe reng dan şahiyê. Di şahiyê de parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer axivî û anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide Şoreşa Rojava û got: "Erdnîgariya Kurdistanê li Rojhilata Navîn erdekî gelek qedîme, ji ber wê jî hêzen emparyalîst û nijadperest, Kurdistanê kirine çar parçe. Lê ti caran di dilê kurdan de ev 4 parçebûyîn pêk nehatiye. Wekî ku tê xuyakirin Kurdistan parçe parçe ber bi azadiya xwe ve diçe."

QOSER

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mêrdîn Qoser jî bi boneya salvegera Şoreşa Rojava li Qada Azadiyê şahî pêk anî. Di şahiyê de parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Endamên PM'a BDP'ê, Hevseroka BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, KURDÎ-DER, MEYADER, endamên meclisê û bi hezaran kes kes amede bûn. 

Di şahiyê de parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava bi hêsanî pêk nehatiye, gelek ciwan di vê şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û got: "Gelê kurd nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civakek demokratîk û xweser esas girt."