Li Wanê qeyûm karkerên HDP’î tevî biryara dadgehê jî nagire kar

Qeyûmê rejîma AKP’ê danî ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê 250 karkerên ku berî niha ji kar derxistibû li ser qezençkirina dadgehê li bendêne ku vegerin ser karê xwe, ezmûnên wan neserketî nîşan da û vegera wan a ser kar red kir.

Li Wanê ya Rewşa Awarte herî zêde şidandî tê pêkanîn, ji ber diminahiya rejîma AKP’ê ya li hember karker û kedkaran, bêkarî û hejarî di asta herî jor de ye.

Li Wanê 250 karkerên ku ji aliyê qeyûmê ji bo şaredariyê hatî danîn ve ji kar hatibûn derxistin, bi qezenckirina dadgehê re mafê ji nû ve ketina mulaqatê bi dest xistibûn.

250 karkerên ku 7’ê Adarê li Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ketin mulakatê, tevî ku di ezmûnan de jî bi serketin, weke serneketî hatin nîşandan û nehatin girtina kar.

Qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez ê tevî ev karkerên ku dadgeh jî qezenc kirin negirte kar, pilan dike ku kesên nêzî AKP’ê bigire kar. Hate zanîn ku ji bo vê Rêxistina AKP’ê ya Wanê lîsteyek amadekiriye.

Piştî ku 2016’an Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate xespkirin û li şûna wê qeyûm hatin danîn bi sedan karker ji kar hatibûn derxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî piştî Mijdara 2016’an hate girtin û şûnde li şûna wî qeyûm hate danîn.

Mûstefa Yalçin ê ji Kayseriyê anîn û ji bo Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate nîşandan piştî demekê dîmenek ku ew têde daxive derket holê û vê dibêje: “Divê ev hemû bên tinekirin… 653 kes bûn bi îmzeya min ji kar hatin derxistin. Dîsa bi qasî wan bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ji kar hatin derxistin hene, lê ez vê bêjim; dema min ew ji kar dûr xistin min pir kêf jê girt. Min ev yek bi birêz Hasakî re jî parve kir.”

Karkeran jî nerazîbûn nîşanî vê helwestê da. Karkerkî ku 7’ê Adarê ji bo vegere ser karê xwe kete mulakatê di ezmûnê de bersiva her 5 pirsan rast da, anî ziman tevî rast bersivdayînê jî weke ku di ezmûnê de bi serneketiye hatiye nîşandan.

Karkerek din jî ji ber ewelekariyê navê xwe diyar nekir jî got: “AKP û qyûmê Wanê bîlmez dijminê Kurd û karkaran e. Ev 3 sal in li benda ku vegerin ser karê xwe. Em sê caran çûna dadgehê, her carê jî dadgehê biryar da ku bê şert û merc em vegerin ser karê xwe. Tevî biryara dadgehê jî biryara dadgehê tine tê hesibandin û di mulakatê re derbas kirin. Li ser vê re jî em ji mulakatê jî serketî derbas bûn jî, karê me nadin me. Yekan e derdê va dijminahiya li Kurdan e.”

DIZÎ: DOR WÊ BÊ KASEYÊN ŞAREDARIYÊ

Xelkê Wanê yên di bin ambargoya aborî ya dewleta Tirkiyeyê de ne, bi bêkarî û hejariyê re digevizin, rayedarê dewletê yên li Wanê kar dikin, bi vekirî dizî û nelirêtiyê dikin. Li gorî agahiyên hatin girtin qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez li Wanê bi rêveberên saziyên cemawerî yên dewletê re her mehê ‘Şeva civînê’ pêk tînin. Piştî ku Bîlmez ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a HDP’ê weke qeyûm hate danîn û şûnde şaredarî kete bin deynan, heqdestê karkeran nehate dayîn û dîsa karkerên ji kar derxistîn jî rênade vegerin ser kar, derket holê ku pereyê ‘Şeva civînê’ jî wê kaseya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bide.