Li Wanê li 22 kesan 137 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Bi hinceta ku di sala 2019’an de endamên Kongreya Civaka Demokratîk bûne, li Wanê 22 kes hatibûn destgîrkirin. 137 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li 22 kesan hate birîn.

Derbarê 24 kesan bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ doz hatibû vekirin. Rûniştina biryara di dozê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hate kirin.

Heyeta dadgehê 6 sal û 3 meh li 22 kesan birî.

Du kesan ji dozê beraet kirin û ceza li van kesan hate birîn: “Hakan Demîr, Abdulsettar Guneş, Ahmet Kaya, Ayfer Gelîbolû, Baha Soyyîgît, Bazî Aslan, Bêrîtan Tayan, Cemîl Dûman, Çetîn Ûyar, Medîne Tufan, Mehmet Alî Sonmez, Ramazan Dûman, Songul Taş, Elîf Yîgît Akkûş, Fevzî Çelenk, Gulay Yilmaz, Gursel Yamaç, Hakan Demîr, Hamdî Bayhan, Hatîce Toklû Îçten, Îbrahim Irmak û Kaniye Şeker.”