Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê tê protestokirin
Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê tê protestokirin
Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê tê protestokirin
Çalakiyên ku ev sê roj in ji bo piştevaniya Kobanê pêk tên tevahiya şevê berdewam kirin û ji ber salvegera Komploya 9’ê Cotmehê gelê Wanê dikanvenekirin. Waniyan îro kontax jî girtin.
Bi rojane li kolanên Wanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakî berdewam dikin û her wiha bi armanca ku Komploya 9’ê Cotmehê protesto dikin îro jî çalakiya xwe berdewam dikin.
Li Cadeya Cumhuriyetê wê ji bo 9’ê Cotmehê daxuyaniyek bê dayîn û bê protestokirin.
Ji ber bûyerên pêk hatin li Wanê dorpêça jendermeyan û polîsan didome. Li hemû kolan û cadeyên bajar polîs û jenderme hatine bicihkirin.