Li Wanê kamyona alîkariyê ya ji bo Şengalê ket rê
Li Wanê kamyona alîkariyê ya ji bo Şengalê ket rê
Li Wanê kamyona alîkariyê ya ji bo Şengalê ket rê
Li Taxa Cevdet Paşa ya Wanê alîkariyên ku ji aliyê Meclîsa Taxê ve hatiye komkirin ji bo welatiyên Êzidî yên li Şirnexê hate şandin.
Li Taxa Cevdet Paşa ya Wanê kamyonek alîkarî ya ji aliyê Meclîsa Taxê ve hate komkirin ji bo welatiyên Êzidî yên li Şirnexê hatine bicihkirin hate şandin. Hevserokê Meclîsa Taxê Nedîm Şen têkîldarî alîkariya hate kom kirin axivî û bal kişand li ser alîkariyên ku ji bo welatiyên Êzidî tên komkirin. Şen diyar kir ku dê meclîsa wan alîkariyan bidomîne.
Berdevkê Kordînasyona Alîkariyê ya Şengal û Rojava Cevdet Altindag û endamê koordînasyonê Ugur Ozlu jî der barê alîkariya ku ji aliyê Meclîsa Taxê ve tê komkirin de agahi girt.
Alîkariyên ku hate komkirin bi kamyoneke hatin barkirin û ber bi Şirnexê derket rê.