Li Wanê jinên kedkar dest bi nobetê kirin

Di roja 47'an a Nobeta Demokrasiyê de ya li dijî dagirkeriya qeyûm li Wanê endamên Meclîsa Jinan a  Tum Bel Senê nobet dewr girtin.

Nobeta li Wanê li ber avahiya navçeya HDP'ê ya Artemêtanê pêk hat, gelek şêniyên bajêr endamên Meclîsa Jinan a Sendîkaya  Kedkarên Hemû Şaredarî û Rêveberiya Xwecih (Tum Bel Sen) tevlî nobetê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên, ''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'', ''Hevseroktî xeta me ya xemrî ye'', ''Qeyûm wê biçe gel wê were'' hatin berzkirin.

Hevserokê Bajêr ê DBP'ê Kawa Okkeş axivî. Okkeş got li dijî nehiqûqiyê ew ê li ber xwe bidin.

Endama  Desteya Rêveberiya Navendî a Tum Bel Senê Sati Buruncu got qeyûm li dijî vîna gel û demokrasiyê darbeyek e.

Endama Meclîsa Jinan a Tum Bel Senê Nafîfe Bayrak Tosu jî got desteserkirina qeyûman darbe ye.