Li Wanê giliyê êşkencekaran hate kirin

Platforma Hiqûqnasên Azad a Wanê giliyê  berpirsan kirin ên ku êşkence li malbata Şahîn kiribûn.

Parêzerên Şaxê Platfroma Hiqûqnasên Azad a Wanê, serî li Dozgeriya Komarê ya Wanê dan û giliyê berpirsyaran kirin ên ku di dema serdegirtina malê de êşkence li endamên malbata Şahîn kiribûn.

DI DAXWAZNAMEYÊ DE EV TIŞT HATE GOTIN

“Şeva 14’ê Tîrmeha 2018’an di dema serdegirtina malbata muwekîlê me de, êşkence û mûameleya xirab li endamên malbatê hate kirin. Di dema êşkenceyê de jî erkdarên li wir erka xwe pêk neanîne û çavê xwe ji êşkenceyê re girtine. Mûwekilê me di dema destgîrkirinê de jî êşkence lê hatiye kirin. Dixtorê ku rapor amadekirî jî erka xwe xirab bi kar aniye. Ji ber sedeman em dixwazin ku ev kes bên cezakirin.”