Li Wanê êrîşa polîsan a li dijî şehîdgehê bi girseyî hat şermezarkirin

Li Wanê êrîşa polîsan a li dijî şehîdgehê bi girseyî hat şermezarkirin

Li Wanê êrîşa polîsan a li hemberî gorên gerîlayên HPG û YPG'ê bi meşeke meşaleyî hat lanetkirin. 

Şehîdgeha li taxa Karşiyaka ya Wanê ku gorên gerîlayên HPG û YPG'ê tê de ne di nava rojê de bi êrîşa polîsan re rû bi rû man. Ji bo şermezarkirina hewldana polîsan di nava wan de Serokê DBP'a Wanê Mîraz Çalli, Serokê MEYA-DER'ê Salih Kaplan û gelek welatî li Komeleya Yenîmahaleyê kom bûn. Girseyê maşele pêxistin û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" heta Goristana Karşiyakayê meşiyan. 

Beriya meşê polîsan bi wesayîtên zirxî goristan dorpêç kirin, girseyê nerazîbûn nîşanî polîsan da û xwest polîs ji ber goristanê vekişin. Li ser nerazîbûna girseyê polîs ji ber goristanê vekişiya. Girseyê ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYA-DER'ê Salih Kaplan axaftinek kir. Kaplan diyar kir ku li ti deverê dinyayê êrîşî li hemberî cihê ku mirînê lê hene nayê kirin û wiha axivî: "Lê belê polîs û leşkerên Komara Tirkiyeyê tehemulî gorên kurdan jî nakin."

Piştî axaftina Kaplan Serokê DBP'ê Mîraz Çalli axivî û hewldana polîsan şermezar kir. Çalli ev tişt anî ziman: "Dê rojek were heqê mazlûman ji zalimkaran were stendin."

Piştî axaftina girse bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" dawî li çalakiya xwe anîn.