Li Wanê derbarê hestiyên ku derketin holê lêpirsîn hate destpêkirin

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di nav baxçeyê dibistanekê de hestiyên mirovan derketin holê. Derbarê hestiyan lêpirsîn hate destpêkirin.

Di dema kolandina Dibistana Seretayî ya Husrev Paşa ya li ser Rêya Cûmhûriyetê de hestiyên mirovan derketin holê.

Di 30’ê Adarê de di dahnê nîvro de kesekî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê dan û ev rewş derket holê.

Rêveberên ÎHD’ê çûn qada ku kolandin lê heye û derbarê hestiyan zabitname nivîsandin. Baroya Wanê jî li qadê lêkolîn lir. Piştre parêzerên Baroya Wanê û ÎHD’ê serî li dozgeriyê dan.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz got, "Dozger hat cihê bûyerê û tevdîra ewlehiyê wergirt. Dozgeriyê avakirina avahiyê da sekinandin û wê îro lêpirsînê bides destpêkirin. Hestiyên mirovan ên li herêmê wê bên berhevkirin. Di heman demê de cihê ku hafriyat lê tê rûkirin jî wê were tespîtkirin û lêkolîn were kirin.

Hat ragihandin ku di kolandinê de heta niha 2 qoqê serî û gelek hestî hatine dîtin.

Hestî di kûrahiya 2 metreyan de hatibûn binaxkirin li pey hev bûn.

Dibistana navborî nêzî 50 sal berê hatiye çêkirin. Agahiyên zelal nînin ku ev der berê ji bo çi dihat bikaranîn.