Li Wanê bîlançoya binpêkirinan: 8536 bipêkirin pêk hatine

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, binpêkirinên di nava 9 mehan bi raya giştî re par ve kir. Li gorî vê avêtine ser 237 malan, 282 kes hatine girtin, bi giştî 8536 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, têkildarî binpêkirina mafan a 9 mehên dawî ya li bajarê Wanê rapor amade kir û parve kir. Rêveberên ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê bi çapemeniyê re parve kirin. Di civîna çapemeniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Murat Melet, daxuyanî da û ewil komkujiya li Enqereyê şermezar kir. Melet, binpêkirinên mafan ên meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê jî parve kirin û wiha got: "Di demên dawî de ji ber krîza aborî binpêkirina mafan jî zêde dibe. Ji ber çanda demokrasiyê her ku diçe lawaz dibe krîza aborî jî kûr dibe. Êdî guh ker û ziman lal bûne. Em ketine nava çirava Rojhilata Navîn. Heta li vî welati serdestiya hiqûqê pêş nekeve, mafên mirovan ên bingehîn jî pêş nakeve. Divê qanalên siyaseta demokratîk bên vekirin. Divê mafên mirovan ên azadiyê esas bên girtin. Heta siyaseta demokratîk û azadiya mafan pêş nekeve wê binpêkirina mafan jî zêde bibe. Sedema esasî ya pirsgirêka aborî, nebûna çanda demokratîk e."

Melet, rapora 9 mehan jî parve kir û da zanîn ku li Wanê di 3 mehên dawî de 8 hezar û 536 mafên mirovan hatine binpêkirin. Melet, anî ziman ku di 9 mehan de 1 cînayetê faîl nediyar û 2 koçberan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Di 3 mehên dawî de 3 hêzên ewlehiye û 10 mîlîtanên rêxistinê jiyana xwe ji dest daye. Dîsa 3 kesan bi awayekî fikar jiyana xwe ji dest dan. Jinek û zarokek întîhar kiriye. 2 rastî tundiya nava malê hatine."

237 SERDEGIRTINA MALAN, 282 KES HATIN DESTGÎRKIRIN Û 73 KES HATIN GIRTIN

Li Girtîgehên bajêr 11 kesan ji bo êşkence û muameleyên xerab serî li komeleyê dan. Di 9 mehan de 282 kes hatin destgîrkirin û 73 kes hatin girtin. Di vê pêvajoyê de polîsan bi ser 237 malan de girtin. 7 hezar û 148 penaber hatin destgîrkirin. Mafê tenduristiyê yên 6 girtiyan li girtîgehê hat îhlalkirin. 2 girtî dema sewq kirin mafê wan hat binpêkirin. 741 karker jî ji kar hatine avêtin.