Li Wanê 3 ciwanê bê delîl 100 sal ceza lê birîn!

Li Wanê heyeta dadgehê, bê ku delîlek bê nîşandan li ser gotinên şahidan di derbarê 3 kesan de 100 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.

Ciwanên bi navên Îrfan Sabay, Mervan Orhan û Abdullah Ozkan ên li 4’emîn Dadgeha Cezayê G iran a Wanê ji doza ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darezandin, derketin pêşberî dadgehê.

Heyeta dadgehê di derbarê Sabya, Oran û Ozkan de bi giştî 100 sal ceza birî.

Ji parêzerên dozê Naîm Çaliş yê ku têkildarî cezayê dadgehê birî axivî got: “Heyeta dadgehê bê ku delîlên berbiçav tenê li ser gotinên polîsan îdanameya ku hatiye amadekirin ceza hatiye dayîn. Em vê yekê rast nabînin.

Çali li ser biryara dadgehê nerazîbûn nîşan da, anî ziman ku li bendê ye ku dosya li dadgeha istinaê bê xirakirin.