Li Wanê 15 ciwan hatin binçavkirin
Li Wanê 15 ciwan hatin binçavkirin
Li Wanê 15 ciwan hatin binçavkirin
Serê siharê di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de 15 ciwan hatin binçavkirin. Serdegirtin bi dehan wesayîtên zirxî, tîmên tevgera taybet ên polîsên Tirk hatin kirin.
Li taxa Xaçort a Wanê şev di saet 03.00’an de ku tevgera tîmên teybet bi wesayitên zirxî û bi polîsên Şubeya TEM’ê avêtin ser malên S.A 16 salî, Meral Abi 18 salî, Sedat Aşkan, İdrîs Aşkan 18 salî, Serhildan Aşkan, Sevda Aşkan, Ozan Seven 18 salî 8 xwendekarên din ên ku hîna navê wan ne hatiye zanîn û ew kirin binçavan.. Malên ku di dema serde girtinê de deriyên wan bi zorê hatin vekirin, polîsan li gel seyên taybet hatin perwerde kirin di hindirê malan de lêgerîn pêk anîn.
Polîsên Tirk her wiha li ser dîwarên taxê nîşaneya nîjadperestan a sê heyv danîn û gotinê nebaş nivîsandin. Naciye Abî ku di serdegirtinê de zarokê wê hate binçav kirin diyar kir ku ew li dijî şidet û polîtîkayên girtina îmhayî bin nakevin û wiha got: “Ez van serdegirtinên dewletê şermezar dikim. Lenet li vê dewletê be. Ev der weke Filistînê lê hat. Zarokên me dîn bûn. Zarokê min ji emniyetê hate giritin û birine cihekî din û em nizanîn ka birine ku derê. Xwedê vê zilmê qebûl neke.”
Halime Abi ku diyar kir bi şidet û girtinan wê gelê kurd nekarin tine bikin û diyar kir ku wê li hemberî êrîşên li ser ciwanan tên kirin bêdeng nemînin.