Li Wan û Mêrdînê ji bo grevên birçîbûnê bang hatin kirin

Li Wan û Mêrdînê ji bo grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê hişyarî hate kirin û peyama ‘bêdengî mirinê bi xwe re tîne’ hate dayîn.

Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku TÛHAYDER, KESK, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di nav de; ji 26 rêxistinen demokratîk pêk tê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya  greva birçîbûnê li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê Serokê Şaxa Yapi Yol Senê yê Wanê Îbrahîm Çelîk daxuyanî da. Çelîk, diyar kir ku li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê û got ku “Birez Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan 152 roj in di grevê de ye û dixwaze mafê wî yê zagonî u hiqûqî bê parastin. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde nêzî 5-6 hezar girtiyên siyasî li dijî tecrîdê ketine grevê. Daxwaza tevan ev e ku tecrîd bi dawî bibe û malbat û parêzer biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin.”

 Çelîk, da zanin ku kesên ketine greva birçîbûnê hatine sînorê krîtîk û wiha lê zêde kir: “Heta niha 8 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Xwestin daxwaza wan pêk bê. Lê hikûmetê heta niha gav neavêtiye. Ji ber mirina van kesan em bi fikar in. Em carek din dubare dikin ku ji bo hemû girtîgeh rabin em ê heta dawî têbikoşin. Ger ku mirinek pêk bê di serî de hikûmet û hemû kesên li hemberî van daxwazan berpirsiyariyê nadin ser xwe berpirsiyarê vê yekê ne. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Ji bo ku kes jiyana xwe ji dest nedin, divê hemû civak û cemawerî bi hev re denge xwe bilind bikin. Ger ku îktîdar bêdeng bimîne jî divê civak û mirov bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Em bang li hemû cemaweriyê dikin ku hestiyar tevbigerin. "

MÊRDÎN

Li Merdînê jî rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û hiqûqnasan bi heman armancê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de nûnerên ÎHD, SES, Odeya Tabîban a Mêrdînê (MTO), Baroya Mêrdînê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komîsyona Mafên Mirovan, sendîkayên girêdayî KESK'ê, amade bûn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 9 girtî 93 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li ser navê rêxistinên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan Rêveberê MTO Tuncay Gokçen daxuyanî da. Gokçen, diyar kir ku tu tişt ji mafê jiyana mirov pîroztir û bi qîmettir tune ye. Gokçen, xwest heyeta çavdêriyê biçin li girtîgehan lêkolîn bikin û rewşa girtiyan bi cemaweryê re parve bike. Gokçen, bang li Wezareta Dadê kir û xwest bêyî cenazeyên din ji girtîgehê derkevin gavan bavêjin.

Gokçen, bal kişand ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û wiha got:

“Di 5'ê Çileya 2019'an de 8 mêr û 1 jin bi giştî 9 kes ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bê dawî. Ji 1'ê Adara 2019'an û şûnde 133 kesên din tev li çalakiyê bûne. Piştî girtî ketin grevê tenê destûr naden ku refaqetvanek pêdiviyê wan pêk bîne. Tenê bijîşk û personelek tenduristiyê li girtîgehê bi tenduristiya girtiyan eleqeder dibe. Girtî mudaxaleya tibbî red dikin û tenê destûr didin ku tansiyon û kîloyên wan bên pîvan. Avê bi pereyan didin girtiyan. Koma yekem 93 roj in di grevê de ne. Qirika wan zuha dibe û nikarin bi rêk û pêk razên. Pergala wan a hêz û teqet kêm bûye.”