Li Wan û Îzmîrê çalakiyên ji bo girtiyê nexweş Ozdal
Ji bo girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku bi nexweşiya giran ketiye, li Wan û Îzmîrê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku bi nexweşiya giran ketiye, li Wan û Îzmîrê çalakî hatin lidarxistin.
Li ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya ÎHD'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Fevzî Çelenk û rêveberên ÎHD'ê tevlî civînê bûn.
Melet daxuyanî da û bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê 481 girtiyên nexweş hene û divê tavilê bên berdan.
'LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET'
Piştre Çelenk axivî û diyar kir ku Koçer Ozdal ê di ser 60 salî re ye, berî bê girtin ti nexweşiyeke xwe tine bû, lê li girtîgehê bi kansera mîzdankê ketiye.
Çelenk got, piştî ku teşxîsa nexweşiyê lê hate danîn, gurçikên wî jî îflas kirin û ji ber vê yekê bi rêya mekîneya diyalîzê dijî.
Çelenk anî ziman ku Ozdal 2 salan li hucreyekê hate hiştin û niha jî ji ber ku tedawiya wî bi rêk û pêk nayê kirin, nexweşiya wî girantir dibe.
ÎZMÎR
Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Koçer Ozdal li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bi navê komeleyê parêzer Zafer Încîn daxuyanî da.
Încîn got, "Em dilrehmî, wijdan, însaf û xêrê naxwazin. Em dixwazin hurmet ji mafê jiyanê yê girtiyên nexweş re bê nîşandan. Bila Koçer Ozdal tavilê bê berdan."