Li Wan, Mêrdîn, Îzmîr û Bûrsayê 23 kes hatin binçavkirin

Li Wan, Mêrdîn, Îzmîr û Bûrsayê 23 kes hatin binçavkirin

Li Bûrsa, Wan, Mêrdîn û Îzmîrê di serdegirtinên malan de 23 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan li binçavkiriyan dane. Di serdegirtina li Wanê de hat diyarkirin ku polîsan bi qûndaxa çekê li serê Z.A. yê 12 salî xistine û çenga wî şikandine.

WAN

Li Wanê polîsan di serî de Taxa Surmelî, li gelek taxan de bi ser malan de girtin. Bajarê ku hejmara binçavkirinê ne diyar e, polîsan vê carê jî bi ser malbata Abî ku li Taxa Surmeliyê ye de girt. Welatiyên bi navê Şiyar Abî, Hozan Abî û zarokê 12 Z.A salî hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku polîsan mal belav kiriye, berê çekan daye wan û bi qûndaxa çekê ve li zarokê 12 salî xistine. Di encama lêdanê de çenga Z.A şikestiye. 

Hate îdîakirin ku malbata Abî nerazîbûn nîşanî polîsan dane û li ser vê jî polîsan gef li malbatê xwarine û gotine "Kurê xwe bidin me, ger tu nede jî bişîne serê çiyê ku ez gulekê berdim serê wî." Hate hînbûn ku welatiyên hatin binçavkirin Şiyar Abî, Hozan Abî birin Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê. Zarokê bi navê Z.A jî berê birin nexweşxaneyê û piştre jî birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan. 

MÊRDÎN

Li taxên Yalim, Trafo û Saraçogluyê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Hate ragihandin ku li gel polîsên sivîl polîsên tîmên taybet jî di operasyonê de cih girtine û deriyên malan şikandine, heqaret li malbatan kirine. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Şahîn Baydag, Ramazan Akman, Veysî Bîngul, Cebraîl Bîngul, Ahmet Bîngul, Şeyhmus Bîngul, Alî Bîngul Nurullah Yilmaz, Rûken Yilmaz, Gulbîn Gunay û du welatiyên ku navên wan nehat hînbûn bi paşnav Akar û Kurt jî di nav de herî kêm 12 welatî hatin binçavkirin. Hate îdiakirin ku hinceta binçavkirinê tevlibûna çalakiyên Kobanê ne û tê texmînkirin ku hejmara binçavkirinê hîn zêdetir be.

ÎZMÎR

Li Taxa Asarlik a Menemen a Îzmîrê jî 5 welatî binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Menemenê.

BÛRSA

Li Bûrsayê vê sibehê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Yildirim û Osmangazî ya Bursayê vê sibê di serdegirtinên malan de bi hinceta ku tevlî çalakiyên Kobanê bûne 3 kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku Suleyman Saydan, Eser Koçbaş û Suat Gunluk ên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê û hat gotin ku operasyon hê didome û wê hejmar zêde bibe.

Di nava hefteyê de li Bûrsayê ji 17 kesan 6 kes hatibûn binçavkirin.