BI DÎMEN

Li waletên Ewropa û Kanadayê deh hezaran kes xwedî li HDP’ê derketin

Li welatên Eweropa yên weke Elmanya, Awûstûriya, Fransa, Îtalya, Îngîlîzstan, Noveç, Fîlandiya li dijî darberya AKP’ê ya li hember HDP’ê bi deh hezaran kes xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin.

Li Bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li ser banga NCKD di saet 16:00’an de nêzî 1500 Kudistanî û dostên wan li pêşiya Gara Tren a Navendê Kom bûn, operasyonên qirkrina siyasî ya dewleta Tirk protesto kirin.

Di mîtîngê de di axaftinên li ser navê TCKD’ê de hatin kirin wiha hate gotin: “ Darbeya AKP’ê dewam dike. Li dijî hevserokên Giştî ya HDP’ê û parlementerên ku vîna gel a di hilbijartinê de 6 milyon deng bi dest xistî û li Tirkiyeyê partiya 3’emîne darbeya siyasî hat kirin. Em vê yekê qet qebûl nakin, dem dema ku divê hêzên demokratîk li dijî darbeyê bertek raber bikin. Yên ku vîna gel xesp bikin qet û qet serkeftî nabin.

Di axaftinên li ser navên ATÎF, AGÎF, Însyatîfa Gela a Kurekçî, ADHK û HDP’ê ku beşdarî mîtîngê bibûn, êrîşên siyasî hatin şermezarkirin. Di axaftinan de binî hate xetkirin ku wê li gel HDP’ê cih bigirin.

Yürüyüş ve mitingde AKP faşizmi sert bir dille kınanırken, direniş marşları eşliğinde HDP’li seçilmişlere sahip çıkıldı.

Di meş û mîtîngê de faşîzma AKP’ê bi tundî hate şarmezarkirin, li gel sirûdên berxwedanê xwedî li hilbijêrên HDP’yî derketin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Kurdistanî , Fransî û şoreşgerên Tirkyeyî ku nêzî 800 kesî ji saetên nîvroyê ve kom bibûn, piştî çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê heta Place Kleberê meşek li dar xitin.

Li gel saziyên Kurdî ATÎK, DÎDF, Komeleyên Elewî û Konfederasyona Koçberên Hejar jî di nav de gelek kes û sazî beşdarî çalakiyê bû.

 Di axaftinê li Place Kleberê hatin kirin bal kişand ser têkoşîna hevpar, binî xet kirin ku li dijî faşîzma Erdogan nakevin ser çokan.

MÛNSTER

Li bajarê Munster ê Elmanyayê nêzî hezar bi armanca protestokirina faşîzma Erdogan heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan.

Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku êrîşên faşîst ên Erdogan û hikûmata AKP’ê ne nû ne û çawa gelê Kurd di dîrokê de li ber xwe daye wê îro jî hê xurtir li ber xwe bide.

Di meşê de di axaftinên ji aliyê endamên Komeleya ODAK’ê ve hatin kirin jî diyar kirin ku piştgirî didin partiya HDP’ê, li dijî faşîzma Erdogan û AKP’ê wê di nava têkoşînê de bin.

Di dema meşê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Êrîş me nadin şikandin” û “Bijî yekîtiya gelan” , “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” û “Terorîst-Erdogan ê serê DAIŞ’ê” hatin qîrkirin.

LI DRESDENÊ WÊ SIBEHÊ DI SAET 14:00’AN DE LI PRAGERSTRASSE ÇALAKÎ BÊ LI DARXISTIN

Li ser banga Navend Civaka Demokratîk a Dresdenê Kurdistaniyên li bajêr û derdorî wê dijîn wê li Pragerstrasse çalakiyekê li dar bixin. Çalakî sibehê di saet 14:00’an de tê li dar xistin.

NOTTINGHAM

Li bajarê Nottînghamê yê Îngîltereyê jî bi banga Meclîsa Gelê Kurd a East-Mîdlandsê çalakiyên şermezarkirinê yên ji nîvê şevê destpê kirin, hatin lidarxistin. Bi dehan Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn û her wiha gelek rêyên sereke ji trafîkê re hatin girtin. Kurdên ku kolana herî qelebalix a Nottînghamê ji trafîkê re girtin, li dijî Erdoganê dîktator û dewleta faşîst dirûşme berz kirin.

Hemû qadên bajêr jî di nav de, çalakvan di hemû navendên bajêr re derbas bûn û çalakî biroj jî domamiya.

ROMA

Li paytexta Romayê ya Îtalyayê jî, ji bo şermezarkirina hevserok û parlementeran li ber Balyozxaneya Tirk çalakiya nobetê didome. Çalakî bi beşdarbûyîna dostên îtalî her diçe zexm dibe. Ciwanên Kurd ên dem dem dirûşmeyên “Kujer Erdogan, tu nikarî îradeya me radest bigirî” berz kirin, Dewleta Tirk jî hişyar kirin. Di axaftinan de, hat daxwazkirin ku, bila dewleta AKP’ê destên xwe yî xwînî ji îradeya gel vekişîne û bi taybetî hat hişyarkirin ku, dê ciwanên Kurd lid ijî vê bi tund li ebr xwe bidin.

OSLO

Li Osloya Norweçê jî Kurd û dostên wan li ber Parlementoya Norweçê, êrîşên li dijî HDP’ê û girtina parlementeran şermezar kirin.

Di çalakiyê de nivîskar-rojnamegerê norweçî Erlîng Folkvord, li ser navê Koma Piştevaniyê Seher Aydar, li ser navê Koma Kurêdn Ciwan Andam Aso Azîz û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Bakî Bûdak axivîn. Di axaftinan de hat dest nîşankirin ku, divê çalakî berdewam bikin û her wiha girse jî dem dem dirûşmeyên wek “Erdoganê Faşîst” û “Ji bo Kurdistanê Azadî” berz kirin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Norweçê, ji bo nirxandina rojevê gazî Sefaretxaneya Tirkiyeyê kir.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Qanadayê jî, ji duh êvarî ve Kurd û dostên wan li ser piya ne û çalakiyên wan didomin. Kurdistaniyên ku îro ji sibehê ve hatin gel hev, li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Torontoyê çalakiya şermezarkirinê lidarxistin. Di çalakiyê de li dijî faşîzma AKP’ê ya li hemberî îradeya gel dirûşme hatin berzkirin.

HELSÎNKÎ

Li bajarê Helsînkiyê yê Fînlandiyayê, li dijî rehîngirtina hevserok û parlementerên HDP’Ê, li ber Balyozxaneya Tirk çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Dema operasyona binçavkirinê hat destpêkirin, Kurdan berê xwe da Komeleya Çandê Ya Helsînkiyê û ji bo bertekdayînê heta balyozxaneyê meşiyan.

Di çalakiyê de sirûdên şoreşê hatin gotin û her wiha dirûşmeyên wek “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Terorîst Tirkiye”, “DAIŞ=Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku li ser navê Komeleya Çanda Kurdî hat dayîn de hat destnîşankirin ku, AKP qethiyen nikare îradeya gelê Kurd radest bigire û ragihandin dê ji sibê ve çalakiyên xwedîderketina li îradeyê bidomin.

INNSBRÛCK

Li bajarê Înnsbrûckê, ji bo şermezarkirina orpeasyona îmhakirinê ya li dijî HDP’ê meşek hat organîzekirin. Meşa ku Yekîtiya Hêza Demokratîk a Tîrolê organîze kir,s aet di 17.00’an de dest pê kir. Çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir, piştî axaftinan bi meşekê hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de komeke faşîst xwest çalakiyê proveke bike û ji ber vê kêliyekê rageşiyek xwe da der. Bi tevdîrgirtina polîs û ewlekaran ve bûyera bi dawî bû.

Meşa ku li Kolana Marîa Theresseyê dest pê kir, di ber Mûseenstrasse û Gara Trênê re hat derbaskirin û dubare hat noqteya destpêkê. Ciwanên Komunîst ên Avûstûryayê û Ciwanên Sosyalîst ên Avûstûryayê jî di nav de gelek dostên Kurdan piştevaniya meşê kir.

...