Li Waîblîngenê panela 'Bakurê Kurdistanê'

Li Waîblîngenê, têkildarî komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Waîblîngenê, rêveberê 'Komeleya Freunde helfen Freunden' rojnamevanê Elman Mîlz ê bajarên Bakurê Kurdistanê ziyaret kir, tevlî panelê bû.

Seroka Komeleya 'Freunde helfen Freunden' (Alîkariya ji hevalan ji bo hevalan) Aygul Aras û rêveberê komeleyê rojnamevan Thomas Mîlz di meha Kanûnê de ji Waîblîngenê alîkarî bir ji Kurdistanê re. Rojnamevan Thomas Mîlz û Aygun Aras ên di dema ragihandina xwerêveberiyan de alîkarî bir ji Amed, Sûr, Cizîr, Farqîn û Dêrsimê û li van deveran lêkolîn kirin, çavdêriyên xwe bi raya giştî ya Elman re parve kirin.

MÎLZ: DEWLET SIVÎLAN QETIL DIKE, GEL LI BER XWE DIDE

Mîlz wêneyên bi xwe kişand pêşkêş kir û got, "Li Silopiyayê cesedê jineke ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin hefteyekê li naverastê ma. Di hevdîtinên me pêk anîn û bûyerên me dîtin de xuya dikir, ku gelê Kurd neçar bû xwe biparêze. Ji sedî 80-90 ên li wir şer dikin gelê sivîl ê li wê herêmê ye." Mîlz wêneyê şehîdgeha li Dêrsimê jî nîşan da û got, "Ji ber ku li vê derê milîtanên Parîzan û PKK'yî hene, dewleta Tirk bombe lê barand."

Ercan Ayboga yê ku di karên derve yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite got, "Yê ku îro li Kurdistanê şer dike gel e. PKK di nava vê de nîne. Sempatîzanên ciwanan ên PKK'ê û gel e."

Ayboga her wiha bibîr xist ku 9 hezar xebatkar û endamên HDP û DBP'ê hatin girtin û ji Elmanya û Ewropayê xwest di vî warî de baldar be.

Beşdarên panelê jî bang li dewleta Elmanya kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake.