Li Viyanayê Navenda Çanda Elewiyan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Navenda Çanda Elewiyan ava bû. Navend wê di bin sîwana Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de kar bike.

Hevserokên navendê Hediye Îmanli û Şahîn Kûçîn, Hevserokê FEDA'yê Velî Kaya, ji Partiya Keskan Berîvan Aslan, ji Civaka Azad Nûrcan Guleryuz, Kamîl Dede û Dûrsûn Dede beşdarî merasîma navendê bûn.

Dûrsûn Dede diaya dulbentê xwend û hevserokên navendê jî spasiya beşdaran kirin. Şahîn Kûçîn jî bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û hêzên demokratîk. Kûçîn diyar kir, ku divê her kes li dijî polîtîkayên qirkirinê bikevin nava liv û tevgerê. Hevserokê FEDA'yê Velî Kaya desteserkirina sê şaredariyên HDP'î bi bîr xist û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.

Aslan jî ku di hilbijartinên 29'ê Îlonê de ji Partiya Keskan namzet e, girîngiya jiyana bi hev re ya çandên cuda destnîşan kir.

Piştre Naîme Can hunera xwe pêşkêş kir.